Rejîma Alê Xelîfe nehişt ku nimêja îniyê li Behreynê bê lidarxistin
Eskerên Rejîma Alê Xelîfê nehiştin nimêja înê li navça El-Derazê li rojava Menama paytexta Behreynê were lidarxistin.
Malpera Sewt Ul-Menamê ragihand ku eskerên Rejîma Alê Xelîfê li dewama siyasetên xwe yên firqegerîyê û jibo birêxistina duberetiya li dijî xelkê Behreynê îro mîna heftiyên derbasbûyî nehiştin ku nimêja înê li navça El-Derazê were lidarxistin. Eskerên Rejîma Alê Xelîfê her wiha nehiştin ku seyd Ebdullha El-Xerîfî pêşnimêjê mizgevta Îmam Sadiq (s) here nav vê mizgevtê.
Di eynî demê de xelkê Behreynê jibo protestkirina girtina pêşiya lidarxistina nimêja înê li navça Derazê û piştgiriya ji şêx Îsa Qasim rêberê şîeyên Behreynê xwenîşandan birê xistin.
Xwenîşanderan bi hin sloganan xwestin ku sînor û brebendên olî li Behreynê werin rakirin û ser wêdebirina hukma betalkirina mafê welatîbûnê yê şêx Îsa Qasim melayê pilebilind ê şîe tekez kirin.
Rejîma Behreynê Hezîrana 2016`an mafê welatîbûnê yê Şêx Îsa Qasim melayê binavûdeng ê şîe betal kir ku ev kiryara wan rastî bertekên tund li nav şîeyên Behreynê û cîhanê hat. Behreyn ji Sibata 2011`ê ve bûye meydana nerazîbûnên biaşitî li dijî Rejîam Alê Xelîfê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)