İslami Davet Kurdi Bange İslami

Rejîma Alê Xelîfe nehişt ku nimêja îniyê li Behreynê bê lidarxistin

Eskerên Rejîma Alê Xelîfê nehiştin nimêja înê li navça El-Derazê li rojava Menama paytexta Behreynê were lidarxistin.

Malpera Sewt Ul-Menamê ragihand ku eskerên Rejîma Alê Xelîfê li dewama  siyasetên  xwe yên firqegerîyê û jibo birêxistina duberetiya li dijî xelkê Behreynê îro mîna heftiyên derbasbûyî nehiştin ku nimêja înê li navça El-Derazê were lidarxistin. Eskerên Rejîma Alê Xelîfê her wiha  nehiştin ku  seyd Ebdullha El-Xerîfî pêşnimêjê mizgevta Îmam Sadiq (s) here nav vê mizgevtê.

Di eynî demê de xelkê Behreynê jibo protestkirina girtina pêşiya lidarxistina nimêja înê li navça Derazê û piştgiriya ji şêx Îsa Qasim rêberê şîeyên Behreynê xwenîşandan birê xistin.

Xwenîşanderan bi hin sloganan xwestin ku sînor û brebendên olî li Behreynê werin rakirin û ser wêdebirina hukma  betalkirina mafê welatîbûnê yê şêx Îsa Qasim melayê pilebilind  ê şîe tekez kirin.

Rejîma Behreynê Hezîrana 2016`an  mafê welatîbûnê yê Şêx Îsa Qasim melayê binavûdeng ê şîe betal kir ku ev kiryara wan  rastî bertekên  tund li nav  şîeyên Behreynê û cîhanê hat. Behreyn ji  Sibata 2011`ê ve bûye meydana  nerazîbûnên  biaşitî li dijî Rejîam Alê Xelîfê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version