Rêjîma Behrêynê di dewama kiryarên dijî şîeyên vî welatî de, careka din mizgevtan xirab kirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhrê, boldizêrên rêjîma Behrêynê îro derbasî devera Al Zenec a şarê Mename paytexta Behrêynê bûn û mizgevta Al Alawîyatê bo cara çendem xirab kirin.
Berî vê kiryara kavilkerane ya rêjîma Behrêynê, niştecihên devera Alzencê dest bi jinûve avakirina mizgevta kavilkirî a Al Alawîyatê kiribûn.
Di vê navberê de, şêx Ehmed Emrulah endamê desteya navendî ya civata alimên islamî ya Behrêynê pêgirî li ser dewama piştgirîyan ji nirxên islamî kir û got: Mizgevtên kavilkirî divê jinûve bên avakirin.
Şêx Ehmed Emrulah bi şermezarkirina dewama xirabkirina mizgevtan û avanekirina wan ji hêla rêjîma Behrêynê va, xwest ku wezîrê dadwerîyê yê vê rêjîmê û leşkerên vê rêjîmê bi hegera êrişa ser nirxên dînî ji wan xirabkirina mizgevt û hisêynîyeyan werin muhakimekiriên.