ÎranNûçeRojhilatanavin

Welayetî: Hemaseya 9`ê Dêyê dawiya serhildanên rengî bû

Serokê Navenda Lêkolînên Stratijîk a Civata Diyarkirina Xêr û Mesleheta Nizama Îranê hemsaeya 9`ê Dêyê û amadebûna bicoş a xelkê dawiya serhildanên rengî da zanîn.

Elî Ekber Welayetî serokê Navenda Lêkolînên Stratijîk a Civata Diyarkirina Xêr û Mesleheta Nizama Îranê roja çarşemiyê li hevpeyivîna digel IRIB News`ê bal kişande ser amadebûna hemasî û bi coş a gelê Îranê li meşa girseyî ya roja 9`ê meha Dêya sala 1388`an a Tavî (30`ê Kanûna 2009`an) ji bo pûçkirina komploya dijminan û got: Dijminan mînakeke viha li Okrayn, Gurcistan û Qirqîzistanê vceribandibûn; Lê li tu derê mîna Îranê tûşî şikestê nebûn.

Welayetî girêdayîbûna bi îslam û nirxên îslamî, parastina hevgirtina neteweyî û amadebûna li meydanê wek sirrê mayîndetiya Komara Îslamî ya Îranê li hemberî her cûre komployê da zanîn.

Gelê Îranê li meşa girseyiya miliyonî ya xwe di roja 9`ê meha Dêya sala 1388`an a Tavî (30`ê Kanûna 2009`an)  bi ragihandina bêzariya ji binpêkerên nirx û qanûnê li civakê, bersiveke vebirr dane komplogeran ku bi mehneya sextekariya ji hilbijartina dehemîn dora serokoamtiya Îranê, riya nedirsut girtibûn ber xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu