Li encama êrişa roja yekşemiyê ya balefirên cengê yên Rejîma Siûdî ser qayiqên masîgirên yemenî li perava rojava vî welatî, 13 yemenî hatin kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûn.
Balefirên Rejîma destdirêjkirê siûdî pêncşemiyê 9 Tebaxê jî ûtûbûsa hilgirê zarokên yemenî li bajarê Zehyanê ya parêzgeha Sedeyê da ber êrişan ku li encama wê 55 zarok hatin kuştin û 77 kes jî birîndar bûn.
Balefirên cengê yên hevaledniya siûdî pêncşemiyê 2 Tebaxê jî nexweşxana El- Sewre ya bajarê Hudeydê bombebaran kirin. Li vê cinayetê, herîkêm 60 welatiyên yemenî hatin kuştin û zêde ji 100 kes jî birîndar bûn.
Rêxistinên navnetewyî û saziyên mafên mirovan heya niha bi caran cinayetên Rejîma Siûdî li Yemenê şermezar kirine.