ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Rêjîma siûdî êriş kir, 8 endamên malbateke yemenî hatin kuştinê

Di encama êrişa şeva buhurî ya balafirên cengê yên rêjîma siûdî ser parêzgeha Seide li bakura Yemenê de, 8 kes ji malbateke yemenî ji wan çend jin û zarok hatin kuştinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, balafirên cengê yên rêjîma siûdî şeva buhurî 3 caran êrişî bajarê Serwah li parêzgeha Marebê kirin ku di encamê de 8 kes hatin kuştinê û 5 kes jî birîndar bûn.

Erebistanê bi piştgirîya Amerîka, Imarat û çend welatên din ji 26`ê Adara sala 2015`ê va dest bi êrişa ser Yemenê kirîye û bi awayekî hevgav ev welata ji hêlên bejayî, deryayî û hewayî dorpêç kirîye. Di encama vê zorbêjîyê de heta niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştinê û bi dehan hezar kes jî birîndar û bi milyonan kes jî aware bûne.

Başa dön tuşu