Rêjîma Siyonîst 36 filistînî li Qiraxa Rojavaya Çemê Urdinê girtin
Rêjîma Siyonîst 36 filistînî ji wan çend zarok û nûciwanên bin temenê qanûnî li Qiraxa Rojavaya Çemê Urdinê girtin.
Rêjîma Siyonîst 36 filistînî ji wan çend zarok û nûciwanên bin temenê qanûnî li Qiraxa Rojavayaiya Çemê Urdinê girtin.
Li gorî rapora malpera Filistîn El-Yewmê, Koma Hêsîrên Filistînî bi ragihandina vê nûçeyê her viha got: Li Bêyt El-Muqdesê 16 ciwanên ji 15 heta 20 salî yên filistînî ji aliyê hêzên çekdar ên Rêjîma Siyonîst va hatin girtin.
Li ser esasa vê daxûyaniyê, li Ramellah û Bîreyê jî heşt filistînî û li Tûl Keremê şeş ciwan hatine girtin.
Sê kes ji girtiyan ji kampên Dehîşe û Aydeyê li parêzgeha Bêyt Lehmê ne ku 14 salî ne.
Vê raporê her viha qala girtina sê kesên din li parêzgehên Tubas û El Xelîlê kirîye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)