Rejîma Siyonîst derbasgeha Hanûnê girêda
Rejîma Siyonîstî roja yekşemiyê derbasgeha Beyt Hanûnê li bakurê zîvala Gazayê bi mehna meş û rêpîvana deryayî ya filistîniyan girêda.
Li gorî rapora navenda raghandinê ya Filistînê, Muhemed Meqadime, berpirsê ragahndinê yê taxima hilkolandina karûbarên medenî got: Rejîma Siyonîstî roja yekşemiyê li kiryareke nişkêveyî derbasgeha Beyt Hanûnê girêda û tenê dê rê bide nexweşên taybet ku ji zîvala Gazayê derkevin.
Qayiqên cengî yên Rejîma Siyonîstî şemiya buhurî li navça Wahê li bakurê zîvala Gazayê, ber bi gemiyên azadiyê ku ji bendera Gazayê ber bi derve çûbûn, gulle avêtin û ew dorpêç kirin.
Li vê meşê 50 qayiq ji bendera masîgiriyê ya bajarê Gazayê ber bi sînorên avî yên Gazayê li bakurê vê navçê çûn û bi dehan kes ji filistîniayn jî li nava van qayiqan de bûn ku ji wan dikarin balê bidin ser nexweş, birîndar û xwendekaran ku li saya dorpêça Gazayê îmkana sefera bo Gazayê peyda nakin.
Pêştir çar meş û rêpîvan ên deryayî yên bi vî rengî hatine lidarxistin ku rastî êrişa eskerên siyonîstî û rawestandina qayiqan hatin.