IraqNûçeRojhilatanavin

12 DAIŞî li Iraqê hatin kuştin

Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî roja Duşemiyê şeş DAIŞ`î li başûrê Tûzxormayûyê li parêzgeha Selahedînê li bakurê vî welatî kuştin.

Şeş kes ji çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê jî li şer û pevçûna digel hêzên artêşê û Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî li parêzgeha rojhilatî ya Diyaleyê hatin kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu