IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî, Sedr û Fuad Mesûm bijartina serokomarê Iraqê lê pîroz kir

Heyder Ebadî serokwezîr, Muqteda Sedr, serokê tevgera Sedrê û Fuad Mesûm serokkomarê berê yê Iraqê sêşemiyê bijartina Berhem Salih wek serokomarê nû yê Iraqê lê pîroz kir.

 Li gorî rapora Al-Alam`ê, Ebadî li daxûyaniyekê tevî pîrozbayiya bijartina Berhem Salih wek serokkomarê nû yê Iraqê ji  wî re hevêiya ximzeta bo Iraqê û parastina  mafên welatiyan û gel kir.

Muqtdar Sedr jî li peyamekê tevî pîrozkirina bijartina Berhem salih, ji wî re hêviya serketinê kir.

Fuad Mesûm jî li peywendiya telefonî bi Berhem Salih re ji wî re daxwaza serketinê kir.

Berhem Salih piştî sondxwarina li parlemana Iraqê destnîşan kir ku dê ji niha şûn de  serokkomarê hemî gelê vî welatî be.

Serokkomarê nû yê Iraqê bal kişand  ser vê yekê ku  dê ser qanûna bingehîn a vî welatî bisekine û destnîşan kir ew alîgirê Iraqeke hevgirtî ye.

Piştî jinavçûna rejîma Sedam Husêyn dîktatorê îdambûyî yê  komên iraqî li hev kirin ku posta serokomariyê bibe para kurdan û ya serokwezîriyê jî bibe ya şîeyan û serokatiya parlemanê jî li destê ehlê sunetê bimîne. JI wê demê heya niha ev posta li destê YNK de bûye

Başa dön tuşu