Rêjîma Siyonîst hokara pirsgirêkên xelkê navçeyê ye
Serokê Parlimanan Libnanê got: Xîm û binyata pirsgirêkên gelê Libnanê û navçeyê rêjîma Israîlê ye.
Li gorî IRIB Newsê, Nebîh Birrî roja Şemiyê tevî pêgiriya lis er komplo û pîlanên Rêjîam Siyonîst li Libnan û navçeyê, got: Heke Komara Îslamî ya Îranê nebûya rewşa berxwedanê li başûrê Libnanê digel rewşa roja îro dê gellek ciyawaz bûya.
Serokê Parlimanan Libnanê bal kişande ser rola kêrhatî ya Îranê li Libnan û Sûriyê û got: Divê em vê rastiyê fam bikin ku heke Îran û Rûsiye nebûna, têrorîstan dê karesatin diltezîntir derheqê gelê Sûriyê pêk banîna.
Nebîh Birrî, got: Welatêîn zorbêj û sitemker bi saya bikaranîna neçê ya nakok û kêşeyên navbera welatên navçeyê, armanc û daxawzên xwe bi pêşda dibin.
Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvbana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan welatan her wiha Rêjîma Siyonîst ji bo hilweşandina dewleta qanûnî ya Bişar Esedê serokomarê Sûriyê dest pê bûye.
Îran, Rûsiye û Hizbullah Libnanê li ser daxwaza fermî ya dewleta Sûriyê li vî welatî amade bûne û li warê têkoşîna dijî têrorîstan pişta Şamê digirin.