Rejîma Siyonîst pêgehên artêşa Sûriyê li bilindiyên Gulanê bombbaran kirin
Firokên şerî yên artêşa Rejîma Siyonîst bo cara dudyan di hefteyekê da, pêgehên artêşa Sûriyê li bilindiyên Gulanê dan ber bombeyan.
Li gor rapora IRIB News`ê, artêşa Rejîma Siyonîst li daxûyaniyekê ragihand: Piştî ku di destpêka îro pêncşemê da gulleyeke hawanê li bilindahîyên Gulanê ku di destê vê rejîmê da ye ket, wê jî bi balafiran êrişî pêgehên artêşa Sûriyê li bilindiyên Gulanê kir.
Telavîvê roja yekşemiya bihurî jî îdia kir ku ji ber ketina gulleyeke hawanê ji aliyê Sûriyê ber bi navçeyeke bilindiyên Gulanê ku di destê Rejîma Siyonîst da ye, wê çaxê jî wê êrişî ser pêgehên artêşa Sûriyê kir.
Rejîma Siyonîst di salên vê dûmahîkê da bicaran êrişî ser wan navçên bilindiyên Gulanê kirîye ku di destê Sûriyê da ye.
Artêşa Rejîma Siyonîst di roja ewil a Tebaxê da jî bi vê îdiayê ku ji aliyê hêzên çekdar ên nav axa Sûriyê li bilindiyên Gullanê êrişek ser navçên bin destê vê rejîmê li vê navçê hatiye kirin,êrişa hewayî kire ser pêgehên artêşa Sûriyê.
Dewleta Şamê bicaran ragihandiye ku Rejîma Siyonîst û hevalbendên vê rejîmê piştevaniyê didin terorîstên tekfîrî yên ku li Sûriyê cinayetan dikin.
Ji aliyê din ve artêşa Sûriyê heta niha dest danîye ser gelek çek û sîlehên di destê grûpên terorîst da ku ev çek û sîlahane bi destê Rejîma Siyonîst hatine çêkirin.
Rejîma Siyonîst li dirêjiya şerê 6 rojî yê sala 1967`ê pişkek ji bilindiyên Gulanê ku axa Sûriyê ye dagîr kir û hema ji wê çaxê şûnda civata navnetewî dijî vê dagîrkeriya Rejîma Siyonîst e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)