CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Rêjîma Sîyonîst sefîrê YE`yê vexwend

Wezareta karên derve ya Rêjîma Sîyonîst şeva buhurî Emanuele Giaufret sefîrê YE`yê li Filistîna Dagirbûyî bi hegera rexnekirina pêşnîyarqanûna bi navê “ dewlet-netewê Cihû“ vexwend.

Li gorî rapora FARS NEWS`ê, pêşnîyarqanûna bi navê “ dewlet-netewê Cihû“ ku van rojana li parlimana Rêjîma Sîyonîst tê hilkolandinê, armanca wê kivşkirina nasnama Rêjîma Israîlê wek “dewlet-netewê gelên Cihû“ ye.

Li gorî rapora rojnama Times a sîyonîstan, rexneya Giaufret ji hewildanên parlimana rêjîma Israîlê ji bo pejirandina vê pêşnîyarqanûna bigengeşe, bûye sedema rexneya rasterast a Bênyamîn Natanyaho serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst.

Rexnekirinê pêşnîyarqanûna `dewlet-netewê Cihû“ dibêjin ku ev pêşnîyarqanûna nijadperestane, pêngaveke din di çarçova paqijkirina etnîkî ya Filistîna Dagirbûyî ji niştecihên necihû de ye.

Vexwendina sefîrê YE`yê yekem lihemberderketina dîplomatîk a Sîyonîstan û Ewropayê di rojên vê dawîyê de nîne. Roja çarşemê jî Rêjîma Sîyonîst sefîrê Komara Îrlendê bi hegera nerazîbûna li hemberî pejirandina qanûna qedexekirina kirrîna kel û pelên berhemhatî li bajarokên sîyonîstnişîn li Sênaya Îrlendê vexwendibû.

Alison Kelly sefîrê Komara Îrlendê li Filistîna Dagirbûyî piştî ku ji hêla wezareta karên derve ya Rêjîma Sîyonîst ve hat vexwendinê, li hevpeyvîna digel Rojnama Jerusalem Post`ê got ku dewama çêkirina neqanûnî ya bajarokan li erdên dagirbûyî û kiryarên sîyonîstan li Zîvala Gezê, hegerên piştgirîya Sênaya vî welatî ji pêşnîyarqanûna qedexekirina kirrîna kel û pelên berhemhatî li Erdên Dagirbûyî yên Filistînê ye.

Başa dön tuşu