ÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka Qasimî li hemberî îdiaya wezîrê karên derve yê Amerîkayê: “Îran hokara aramiyê li navçeyê ye”

Berdevkê Weareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê wek berteka li hemberî îdiaya Wezîrê karên derve yê Amerîkayê derbarê veguhestina mûşekên Îranê bo Iraqê got: “Îrana hokara sereke ya pêkanîna aramî ûewlehiyê li navçeyê û li bereya pêşîn a têkoşîna dijî têrorîsmê ye”.

Berdevkê Weareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, behramê Qasimî roja Yekşemiyê wek berteka li hemberî  dilgiraniya Wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Mayk Pompêo derbarê îdiaya nediyar a veguhestina mûşekên Îranê bo Iraqê ji nûçegihanê ILNAyê ra got: “Dilgiraniya Wezîrê karên derve yê Amerîkayê derbarê veguhestina mûşekên Îranê bo Iraqê û binpêkirina biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY bi rastî tiştekî pêkenî û xapandina raya giştî ye”.

Berdevkê Weareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser pêwîstiya destwernedana dewleta Amerîkayê li karên navxweyî yên Iraqê, got: “Hebûna leşkerî ya Amerîkayê li navçeyê hokara nearamî û bêewlehîtiyê ye”.

Berdevkê Weareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behramê Qasimî her wiha got: “Roja îro welatên Îran û Iraqê baştirîn pêwendî bi hev ra hene û siyasetên duberetîçêker ên Amerîkayê nikare rê li ber pêwendiyên dîrokî, çandî û siyasî yên du welatan bigire”.

Başa dön tuşu