CîhanFilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Rejîma Siyonîst tu muzakireyekê li bara hêsîrên filistînî qebûl nake

Desteya Karûbarên Hêsîran a Filistînê raghand: Rejîma Siyonîst tu cure muzakireyekê li bara hêsîrên filistînî yên ku di girtîgehên vê rejîmê de ne, qebûl nake.

Li gorî rapora Navenda Raghandinê ya Filistînê, Desteya Karûbarên Hêsîran a Filistînê roja duşemiyê bi daxûyaniyekê bal kişand ser rewşa dijwar a hêsîrên filistînî yên di zindanên Rejîma Siyonîst de û raghand: 28 kes ji hêsîrên filistînî beriya wajokirina peymana Oslowê li zindanên Îsraîlêde hêsîr bûne.

Peymana Oslowê, di 13`ê Îlona 1993`ê di navbera Teşkîlata  Xweîdarekir a Filistînê û Rejîma Siyonîst de hat wajokirin ku bû sedem filistînî gelek mafên xwe ji dest bidin.

Rejîma Siyonsît duh Mehmûd Cebarîn yek  ji kevnehêsîrên filistînî li zindanên vê rejîmê piştî 30 salan azad kir.

Malpera 0404 a Îsraîlê jî raghand ku Rejîma Siyonîst ji despêka îsal ve 2187 filistînî li kêleka rojavaya çemê Urdinê girtine.

Başa dön tuşu