Rejîma Siyonîstî asta operasiyonên xwe ya di nav axa Sûriyê de û agahdariya welatên erebî ji planên xwe li vê barê de eşkera kir
Li gor rapora Kanala Al-Alamê, berdevkê serokwezîrê Rejîma Siyonîstî Ofir Gendelman got: Ti berbendek ser riya operasiyonên leşkerî yên Îsraîlê li Sûriyê tine û welatên erebî jî ser vê meselê agahdar in.
Berdevkê serokwezîrê Rejîma Siyonîstî herwiha got: Îsraîl her karekê dike da ku Îran sîlahên stratejîk nexe ber destê Hizbullaha Libnanê, çûnku em qet nikarin hizûra Îranê li banî û bilindahiyên Golanê bipejirînin.
Gendelman bal kişand ser hevdîtina vê dawiyê ya serokwezîrê Rejîma Îsraîlê Binyamîn Netanyahu û serokomarê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li Moskowayê li bara hizûra Îranê li Sûriyê û got: Netanyahu ji Pûtîn xwest ku deshilata Îsraîlê ser Golanê bi fermî nas bike.
Berdevkê Medyayê yê serokomarê Rûsyayê Dmitrî Peskov li vê barê de gotibû: Nûçeya belavbûyî li bara vê yekê ku Moskowayê qebûl kiriye ku Îsraîl ji herêma hewayî ya Sûriyê îstifade bike bona êrişa ser Hizbûllaha Libnanê li bilindahiyên Golanê qet rast nîne û Rûsya qet naxwaze ev devera bibe cerîda balafirên şêr ên Îsraîlê li dij Hizbullahê.
Rejîma Îsraîlê li Golana Sûriyê ku vê rejîmê ew dagîr kiriye bi terorîtan re pêwendî heye û hevkariya wan dike û terorîstên birîndar li nexweşxanên xwe derman dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)