NûçeRojhilatanavinSûriye

Rejîma siyonîstî birîndarên terorîstên li Sûriyê derman dike

Medya û çavkaniyên nûçeyan bi caran eşkera kirine ku Rejîma siyonîstî birîndarên terorîstên ku li dij hiûmeta Sûriyê şer dikin li nexweşxanên xwe derman dike, lê belê berdevkê Artêşa vê rejîmê ji bo pînekirina van nûçeyan îdia dike ku birîndarên hanê xelkê sivîl û penaber in.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li hemberî nûçeyên belavbûyî derheq dermankirina birîndarên terorîst li nexweşxanên Îsraîlê li ser rûpela xwe ya Tiwîterê îdia kiriye ku birîndarên hanê xelkê sivîl û penaberên sûrî ne. Wî îdia kiriye ku ji sala 2013ê ve zêdeyî 4800 sûrî li nexweşxanên Îsraîlê derman bûne ku  %33 ji wan zilam in, %17 jin in û % 50 zarok in.

Hêjayî gotinê ye ku Rejîma siyonîstî li başûra Sûriyê û devera dagîrbûyî ya Girên Golanê ji bo dermankirina terorîstan nexweşxanên çolê û yên gerok ava kirine ji bilî vê yekê nexweşxanên bilindahiyên Golenê yên Rejîma Siyonîstî jî mijûlî dermankirina birîndarên terorîst in..

Başa dön tuşu