Rejîma Siyonîstî cardin jî biryarnama 1701 a Konseya Ewlekariyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) xiste bin piyê xwe û balafirên wê ên şêr dîsa duh herêma hewayî ya Libnanê îxlal kirin.
Medya Libnanê diyar kir ku balafirên şêrr ên Rejîma Îsraîlê ser herêmên Merceyiyûn, Îqlîm El-Tufah û Nebetiyê li başûra Libnanê ji bo tesbîtkirinê û nasînê firiyan. Eva di rewşekê de ye ku hêzên aştîparêz ên NY yên bi navê UNIFELê ti berteke li hemberî vê desdirêjiya hewayî nîşan nedan.
Roja sêşemê jî qayiqên Rejîma SIyonîst ketin nav avên Libnanê û piştî gerînekê heya kûratiya 700 metriyê jê derketin.
biryarnama 1701 a Konseya Ewlekariyê ya NY piştî bidawîhatina şerê 33 rojî ya Îsraîlê li dijî Libnanê li sala 2006 hat pejirandin û li gor wê divê ku Rejîma Siyonîstî ti liv û tevgereke li dijî Libnanê cih neyne. Lê belê vê rejîmê bi caran ev biryarnama binpê kiriye.