Rejîma siyonîstî, çêkirina bajarokekî siyonîstnişîn a nû li kêleka rojav aya çemê Urdinê destpê kiriye
Binyamîn Netenyahû serokwezîrê Rejîma siyonîstî roja sêşemiyê li Twîtera xwe de nivîsî: Karên avakirina bajarokekî nû li Amonayê ku pêştir soza avakirina wê hatibû dayînê, cih hat.
Bajarokê nû, Amîçay biryar e nêzîkî 40 malbatên ku Sibata buhurî ji bajarokekî neqanûnî hatine derxistin li wir bicih bike.
Siyonîstan ji 50 salan berî niha kêleka rojava ya çemê Urdinê dagir kirine.
Li vê navçeyê zêde ji 400 hezar bajaroknişînên siyonîst dijîn ku li gor qanûnên navneteweyî neqanûnî ye.
Di eynî demê de dayira amarê ya Rejîma Siyonîstî ragihand ku hejmara xanîberên ku Rejîma Siyonîstî li sala 2016`an li bajarokên siyonîsnişîn ên kêleka rojava ya çemê Urdinê çêkirine pêka par sedî 70 zêde bûye.
Ev kiryarên Rejîma Siyonîstî li halekî cih tên ku konseya ewlehiyê ya NY 23`ê Kanûna 2016`an biryarnameyek jibo şermezarkirina bajarokçêkirinan Rejîam Siyonîstî li navçeyên filistînî pesend kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)