FilistînNûçeRojhilatanavin

Rejîma siyonîstî, çêkirina bajarokekî siyonîstnişîn a nû li kêleka rojav aya çemê Urdinê destpê kiriye

Binyamîn Netenyahû serokwezîrê Rejîma siyonîstî roja sêşemiyê li Twîtera xwe de nivîsî: Karên  avakirina  bajarokekî nû li Amonayê ku pêştir soza avakirina wê hatibû dayînê, cih hat.

Bajarokê nû, Amîçay biryar e nêzîkî  40 malbatên ku  Sibata buhurî ji bajarokekî neqanûnî hatine  derxistin li wir bicih bike.

Siyonîstan ji 50 salan berî niha  kêleka  rojava ya çemê Urdinê dagir kirine.

Li vê navçeyê zêde ji 400 hezar bajaroknişînên siyonîst dijîn ku li gor  qanûnên navneteweyî neqanûnî ye.

Di eynî demê de  dayira amarê ya Rejîma Siyonîstî ragihand ku  hejmara  xanîberên ku Rejîma Siyonîstî li sala 2016`an  li bajarokên  siyonîsnişîn ên kêleka rojava ya çemê Urdinê çêkirine pêka par sedî 70 zêde bûye.

Ev kiryarên Rejîma  Siyonîstî li halekî cih tên ku  konseya ewlehiyê ya NY 23`ê Kanûna 2016`an  biryarnameyek jibo şermezarkirina bajarokçêkirinan  Rejîam Siyonîstî li navçeyên  filistînî pesend kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu