AborîCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Zengene: OPEC ji Trump fermanan wernagire

Wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê, sêşemiyê bi şev li Viyenayê li ser vê yekê pêgîrî kir ku Saziya Welatên Firoşerê Niftê (OPEC), ji Donald Trump, serokomarê Amerîkayê fermanan wernagire û destnîşan kir ku nabe nift wekî alaveka siyasî dijî welatên din were bi karanîn.

Li gorî rapora IRNA`yê, Bîjen Namdar Zengene, herwiha got: Trump bi sepandina boykotan dijî du endamên damezîner û girîng ên OPEC`ê (Îran û Vênêzoêla) i bo bazara niftê hin pirsgirêkan pêk aniye.

Zengene, bal kişand ser vê yekê ku ji bo Îranê û hin endamên din ên OPEC`ê, girîng e ku bazara niftê siyasî nebe û nekeve ber bandora meselên siyasî. Wî destnîşan kir: Eger bazara niftê li ser bingeha nirxên raberkirin û xwestinê tev bigere, wê li ser xêra bikarhîner û berhemhîneran be.

Wezîrê nifta Îranê destnîşan kir: Her biryarek li OPEC`ê hewcedara lihevkirina hemî endaman e.

Wezîrê nifta Îranê ji bo beşdariya li 7`emîn Civîna Navnetewî û 174`emîn Civîna OPEC`ê, seredana Viyenaya paytexta Otrîşê kiriye.

7`emîn Civîna Navnetewî  ya OPEC`ê, wê di rojên çarşemî û pêncşemî bi beşdariya nûner û berpirsên payebilind ên dewlet, kompanî û civatên zanistî li Viyenayê were li darxistin.

Başa dön tuşu