ÎranNûçeRojhilatanavin

Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî: Modêla gotûbêjê ya Înqilaba Îslamî bûye mînaka berxwedana dijî serdestîxwaziyê li cîhanê

Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî bi daxûyaniyekê tevî dayîna sersaxiyê bi boneya hatina salvegera rehleta îmam Xumêynî (RE) û rêzgirtina li serhildana 15`ê Xordadê, destnîşan kir: Modêla gotûbêjê ya Înqilaba Îslamî bûye rastiya herikbar a civatên heqxwaz û azadîxwaz û mînaka berxwedana dijî serdestîxwaziyê li cîhanê.

Roja çardehê meha Xordada sala 1397`an a Koça Tavî beranebrî çarê Hezîrana 2018`an, destpêka sîyemîn salvegera rehleta hezretê îmam Xumêynî (RE), xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê ye.

Panzdehê Xordada 1397an a Koça tavî (Pêncê Hezîrana 2018an) jî salvegera serhildana dîrokî ya Îmam Xumêynî (RE) di sala 1342`an a Koça tavî (1963an)da ye.

Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Yekşemiyê li vê daxûyaniyê, rûbirûbûna pergala serdestîxwaz û siyonîsmê digel Înqilaba Îslamî û gelê Îranê wek rûbirûbûneka stratijîk û bingehîn da zanîn û ragihand: Guhertinên bingehîn û bibandor li ser hevkêşeyên hêzê di dehsaliyên dawîyê da û pêkhatina tevgera hişyariya cîhanî, bereya Berxwedana Îslamî û bizavên dijî serdestîxwaziyê li cîhanê ji dûhatên şêwaza gotûbêjê ya Înqilaba Îslamî ne ku aldarê wê Îmam Xumêynî (RE) û hezretê ayetullah Xamineyî ne.

Ev daxûyanî her wiha radigihîne: Diyarbûna pergala nûjen a Înqilaba Îslamî bû sebeba tirsa destdilatdarên pergala serdestîxwaz û istikbarê û ketina cîhana îslamê nav meydana hêzê.

Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ronîkirina menzûmeya fikrî ya Îmam Xumêynî (RE) û Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî ganarntîkerê parastina pênaseya îmanî û înqilabî ya Îranê û hokara têkbirina komploya dijmin li warê jirêderxistina Înqilaba Îslamî da zanîn.

Başa dön tuşu