IraqNûçeRojhilatanavin

Êrişa hevalbendîya navnetewî ya dijî DAIŞ`ê ser gelê Kerkûka Iraqê

Di encama êrişa hewayî ya hevalbendîya navnetewî ya dijî DAIŞ`ê ser mizgevtekê li başûra Kerkûkê da, hejmarek sivîl hatin kuştinê û birîndar bûn.

Li gorî rapora kanala nûçan a El- Meyadînê, di encama êrişa hewayî ya duh a hevalbendîya navnetewî ya dijî DAIŞ`ê li ser mizgevtekê li devera Daqoqê li başûra Kerkûkê da, 20 kes ji wan çend jin û zarok hatin kuştinê û 45 kes jî birîndar bûn ku tê gotin rewşa hinekan xedar e.

Li gorî gotina serheng Pola serokê dayra ewlehîya devera Daqoqê, balafirên cengê yên hevalbendîya navnetewî ya dijî DAIŞ`ê li devera Dozxormatoyê jî êrişî avahîyekê kirin.

Li bara hûrgilîyên vê êrişê hê tu raporek nehatîye weşandinê.

Li gorî nûçeyeke din, navenda polîsên Iraqê ragihand ku di encama opêrasyona artêşa Iraqê li dijî têrorîstên DAIŞ`ê li Kerkûkê da, 20 têrorîst hatin kuştinê.

Hêzên gelanî jî êrişa têrorîstên DAIŞ`ê li devera Hezirê li başûra rojavaya Mûsilê bêencam kirin.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê di vê êrişê da gaza Kolorê bikar anî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu