Rejîma Siyonîstî meqera eskerî ya tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê(HAMAS) li zîvala Gazayê bombebaran kirin
Balefirên cengê yên Rejîma Siyonîstî meqera eskerî ya tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê(HAMAS) li zîvala Gazayê bombebaran kirin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, çavkaniyên nûçan vê sibê raghandin ku yek ji meqerên gurdanên Îzedîn Qisam, çiqa eskerî ya tevgera Hamasê li başûrê zîvala Gazayê, ket ber êrişa balefirên cengê yên îsraîlî.
Televîzyona libnanî ya Meyadînê jî raghand ku li encama êrişa balefirên cngê yên Îsraîlê ser rojhilata Şucaiyê li zîvala Gazayê filistîniyek şehîd ket.
Di hemendemê de, Fewzî Berhûm, berdevkê tevgera Hamasê ragahnd ku êrişa Rejîma Siyonîstî ser meqerên komên filritînê li Gazayê nîşana şepirzetî û heyrîmana vê rejîmê ji beşdariya berfireha gelê Gazayê li meşa mezin a mafê vegeryanê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)