Rejîma Siyonîstî nehêşt ku du gemiyên alîkariyên mirovdostanê yên ji bo xelkê Gazayê herin beravên vê navçê û barê xwe daynin.
Li gor rapora telivîzyona Rûsiya El-Yewmê, Rejîma Siyonîstî hemû hêza xwe bikar aniye ta ku nehêle du gemiyên El-Emel û El-Zêytûne ku alîkariyên mirovdostane ji bendera Barsilonaya Spaniyayê bo xelkê Gazayê bar kirine, bigehêjin Gazayê.
Wezareta karên derve ya Rejîma Siyonîstî ragihand; xebat tê kirin ku ev du gemiyên hanê neçin Gazayê û riyên xwe biguherînin .
Li gor vê raporê, karbidestên Rejîma Siyonîstî dixebitin qet şer û pevçûn di nav behrê da çênebe û ji çêbûna krîza siyasî û medyayê li vê barê ditirsin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)