Leşkerên Siyonîst îro şemiyê êriş birin ser navçeyên curbicur ên Perrava Rojava ya Çemê Urdinê û hejmareka filistîniyan girtin.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a MEHR`ê, leşkerên Siyonîst birayê Salih El Berxûsî, cihînerê operasyona dijî siyonîstî ya Ufrayê li bakûra Ramelahê jî dîl girtin û gef li diya şehîd Berxûsî xwerin ku dê wê sorgûn bikin.
Siyonîst bona bidestxistina armancên xwe yên zêdexweziyê, hemî rojê êrişî navçeyên curbicur ên Filistînê dikin û xortên filistînî bi îdiayên pûç digirin.
Li gorî rapora Komîteya karûbarên dîl û azadeyên filistînî, hejmara dîlên filistînî yên li zîndanên Rejîma Siyonîst heya dawiya sala 2018`an gihîşte nêzî 6 hezar kesî ku di nava dîlên girtî de 250 zarok, 54 jin, 8 nûnerên Konseya qanûndaner û 27 nûçegîhan têne dîtin. 750 dîlên filistînî nexweş in û 220 kes ji wan hewcedarê alîkariyên lezgîn ên dermankirinê ne