Rêjimê siyonîst zêde ji 100 êriş kiriye ser Sûriyê û Lubnanê, li halekê ku erdên dagrbûyî yên Filistînê û çiyayên Golanê li Sûriyê tim di bin dorpêça neqanûnî ya vê rejîmê de ne
Xulamelî Xweşrû li civîna giştî ya Konseya Ewlehiyê ku bi mijara Rojhilata Navîn û bakurê Efrîqayê hat lidarxistin, destnîşan kir ku bingeha sereke ya hemî qeyran û kêşeyên li Rojhilata Navîn û bakurê Efrîqayê, mudaxilên biyanî û dagirkerî ye.
Nûnerê dayim ê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî Dagirkirina Filistînê ji aliyê Rejîma Siyonîstî, bingeha sereke ya hemî pevçûnên li Rojhilata Navîn da zanîn û got: Îsraîlê zêde ji 100 êriş kiriye ser Sûriyê û Lubnanê, li halekê ku erdên dagrbûyî yên Filistînê û çiyayên Golanê li Sûriyê tim di bin dorpêça neqanûnî ya vê rejîmê de ne.
Xweşrû her wiha bala xwe da ser destdirêjî, cinayet û dorpêça Yemenê ji aliyê hevalbendiya sûdî û got: Ev kiryar rasterast aşitî û ewlehiyê dixin xeterê.
Nûnerê dayim ê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir, civaka cîhanî û Konseya ewlehiyê divê Erebstana siûdî ji ber cinaytên xwe li Yemenê bide ber jêpirsiyê û ji bo kutakirina vê destdirêjiyê divê kirayreek cidî bike.
Xweşrû her wiha bal kişand ser qeyrana Sûriyê û kiryarên Komara Îslamî ya Îranê û Rûsiyê ji bo rawestana li ber DAIŞ`ê û komên din ên terorîstî û bal kişand ser rêçareya siyasî ji bo kutakirina qeyrana Sûriyê û got: Tenê gelê vî welatî mafê xwe hene li bara pêşeroja xwe biryarê bidin.