NûçeRojhilatanavinYemen

Rêketina grûpên yemenî bona veguhestina 1000 hêsîran

Li gor rapora telivîzyona El-Minar’ê , Taxima netewî ya Yemenê û taxima Riyazê li gotûbêjên Kuwêyîtê li ser veguhestina 1000 hêsîran ji her aliyekê pêş gihêştina meha bimbareke Rojiyê bi hevra rêketin û wan komîteyekî meydanî pêk anîne ku bikaribin van hêsîran veguhezin.

Gotûbêjên aliyên yemenî li Kuwêyîtê roja duşemê û piştî rawestandinekî 6 rojî dîsa destpê bû.

Hatiye ragihandin ku hegera rawestana van gotûbêjan evaye ku taxima Riyazê ew soz û qirarên xwe cih ne aniye.

Ji aliyê dinve Muhemed Ebdulselam, berdevkê tevgera Ensarullaha Yemenê got ku dewleta hevhatinê divê li Kuweytê were ava kirin û nunerên hemî komên siaysî yên naskirî yanî Ensarullah û hevpeymanên wê li dewletê beşdarê bibin .

Ebndulselam bal kişand ser vê yekê ku pirsgirêka Yemenê, siaysî ye û ne eskerî û got hin alî dixwezin ku bizexta ji riya şêr, cardinê dîktatoriyê li vî welatî cih bînin . Her wiha vê sibê li encama teqîna bombeyekê li zanîngeha Senayê herîkêm 3 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Ev teqîna li cihê birêvebirina cejna xwendekaran li zanîngeha Senayê qewimî.

Zanîngeha Senayê yek ji wan navendên hîndekariya bilind li Yemenê ye ku tevî êrişên 14 mehî yên Erebistanê ser yemenê, tim xebatên xwe didomîne .

Di eynî demê de, wezareta karên hundir a Erebistanê li bara kuştin û birîndarbûna 4 eskerên siûdî li sînorê navbera vî welatî û Yemenê agahî da.

Başa dön tuşu