ÎranNûçeRojhilatanavin

Berpirs û gelê Îranê dê bersiveke qahîm bidine yên ku gefê li ewlehiya neteweyî ya Îranê dixwen

Ayetullah Sadiq Amoliyê Larîcanî serokê teşkîlata dadweriyê ya Îranê roja duşemiyê li civîna  berpirsên pilebilind ên  dadaweriyê got: Komara Îslamî ya Îranê li navçê li hember nizama  serdestxwaz û hikûmetên  ser bi nizama  ser bi pergala serdestîxwaz sekiniye û  êrişên  7  Juenê yên endamên  ser bi grûpa terorîstî ya DAIŞê li Têhranê jî ji ber berxwedan û heqxwaziya gelê Îranê bû.

Ayetullah Sadiq Amoliyê Larîcanî bal kişand ser vê yekê ku  ev êrişên  terorîstî viyna gelê Îranê dê lawaz neke û got : Piştî serketina inqilaba Îslamî, Emerîka û dewletên paşvero bicaran bi avakirina  grûpên terorîstî û piştgiriya ji wan dixwstin ku  li hember Îranê rawetin ku bikaribin  li dijî berxwedanê rabin û pêşiyê lê bigrin lê Komara Îslamî ya Îranê, pîlan û komployên wan bêencam hişt.

Serokê teşkîlata dadweriyê ya Îranê destnîşan kir: Bi berxwedana  gelanî û qaweta Komara Îslamî ya Îranê li navçê, berxwedanek pêk hatiye ku bi milyaran  dular xercên ku  alîgirên terorîstan  kêşane neghêje ti encamê.

Wî her wiha  bala xwe da ser piştgiriya nerasterast a dewekarên  mafên mirovan ji wan Emerîkayê ji êrişên terorîstî û tekez kir: Siûdiyan pêştir raghandibûn ku  divê cengê bikşînin nav Îranê lê bila xatircem bibin ku  beşdariya gel, yekitiya di navbera berpirsan û gelê rê nade  tu liv û tevgerekê ku bixweze ewlehiya  neteweyî ya Îranê lawaz bike.

Çarşemiya heftiya buhurî  li encama  êrişên  endamên  ser bi grûpa terorîstî ya DAIŞ ser meclisa şêwra îslamî ya Îranê û herema paqij a Îmam Xumeynî(RE) li Têhranê, 17 kes şehîd bûn û 52 kesên din jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu