IraqNûçeRojhilatanavin

Rêketina navbera Iraq û Tirkiyê li bara operasiyona azadiya Mûsilê ret bû

Berdevkê dewleta Iraqê gotinên wezîrê berevaniya Amerîka li bara rêketina di navbera Iraq û Tirkiyê li bara pişkdariya Tirkiyê li operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ret kir.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Seid El-Hedîsî berdevkê dewleta Iraqê li gotûbêja xwe ya tev ajansa rûsî ya Ispotnîkê gotinên wezîrê berevaniya Amerîka li bara rêketina di navbera Iraq û Tirkiyê li bara pişkdariya Tirkiyê li operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ret kir û destnîşan kir ku Enqerê li vê operasiyonê tu nexş û rolek xwe tuneye.

Seid El-Hedîsî li vê barê ku dewleta Bexdayê qebûl kirye Tirkiye jî pişkdariya operasiyona azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstan bike ragihand ku bona rêketinekî wiha hîn zûye û Bexda li ser her cure daxwazekî wiha bê şik dê lêkolînê bike.

Qumandihiya operasiyona hevpar a Iraqê jî ragihand; Ew nûçên ku li bara rêkerina Bexda û Enqerê li ser pişkdariya Tirkiyê li operasiyona azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstan belav dibin rast nînin.

Eşton Kartêr wezîrê berevaniya Amerîka roja îniyê li Enqerê îdia kir ku ew arxayîne ku Tirkiye jî dikare pişkdariya operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê bike.

Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê pêştir ragihandibû ku Enqere bê şik dê pişkdariya opetrasiyona azadkirina Mûsilê ji destê DAIŞ`ê bike.

Tirkiyê li kutahiya sala 2015 bi sedan eskerên xwe bêyî îzna dewleta Bexdayê û bi curekî neqanûnî şandine nav axa Iraqê û li pêgehekî eskerî li navça Beşîqê li derûdora Mûsilê musteqer kir û îdia kir ku hedefa şandina van hêzên eskerî perwerde kirina hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê û sekinîna li hemberî terorîstan e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu