Sekreterê giştî yê Cîhada Îslamî ya Filistînê got : Hevhatinnama Slowê piştî 23 salan tu encamek xêncî pirsgirêkên zêdetir jibo xelkê Filistînê tinebûye.
Peymana Slowê, yekim hevhatinnama navbera Rejîma Siyonîstî û Rêxistina Rizgarîker a Filistînê(SAF) bû ku li sala 1993`an hat wajokirin û eke hewldanekê jibo bifermînaskirina Rejîma Siyonîstî bû.
Remezan Ebdullah Şeleh sekreterê giştî yê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê roja duşemiyê piştî hevdîtina tev Elî Ekber Wilayteî serokê navenda lêkolînên stratejîk ya civata kivşkirina mesilheta nizama Îranê li Têhranê û nav koma nûçegihanan diyar kir li vê hevdîtinê li bara plana 10 xalî ya vê tevgerê ku têde hatiye xwestin berxwedan bidome û naskirina Rejîm Îsraîlê ji alîyê filistînîyan va û hevhatinnama Oslowê divê were betalkirinê,ji mijarên gotûbêj û hilkolandinê bûn.
Remezan Ebdullah Şeleh destnîşan kir Komara Îslamî ya Îranê pêşewaziya vê planê kiriye û tim piştgirê berxwedana gelê Filistînê jibo azadkirina vî welatî bûye ji ber ku ev gela jibo azadkirina warê xwe şêr dike û ev welata û ev war yê gelê Filistînê ye.
Remezan Ebdullah Şeleh sekreterê giştî yê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê hêvî kir hemî welatê Îslamî û ereb helwesta Komara Îslamî ya Îranê ku piştgiriya ji berxwedana gelan li hember dagirkeriyê û rawestana li ber sitemkaran e ji xwe re bikin mînak û sembol. (BANGÊ ÎSLÂMİ)