ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Remezan Şerîf: Erebistanê riya xwe ji cîhana islamê cuda kiriye

Berpirsê peywendiyên giştî yên Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê got: Rejîma Alê Siûd nikare îdia bike ku alîgîrê misilmanan e, ji ber ku Erebistanê riya xwe ji cîhana islamê cuda kiriye.

Serdarê Pasdar Remezan Şerîf berpirsê peywendiyên giştî yên Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê li gotinên xwe yên êvara duh pêncşemê li Şehrikurdê li navenda Îranê bal kişande ser rola Rejîma Alê Siûd bona çêkirina kirîzan li nav welatên wek Sûriye, Iraq, Yemen û piştevaniya Riyazê ji grûpên terorîst ji wan DAIŞ`ê û ragihand; Eger terorîstên DAIŞ`ê bi palpiştiya Erebistanê û piştî serketina Hizbullaha Lubnanê li şerê 33, 22 û 9 rojî li hemberî Rejîma Siyonîst li nav Sûriyê kirîz pêk neanîna, niha Îsrayîl jinav çûbû.

Serdarê Pasdar Remezan Şerîf destnîşan kir; Xeyaneta herî mezin ku Rejîma Alê Siûd li misilmanan, Quranê û pêxemberê islamê Hezretê Muhemmed(S) kir eva bû ku Riyazê piştgirî daye grûpên terorîst yên wek DAIŞ`ê.

Berpirsê peywendiyên giştî yên Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê got: Hegera sereke ya çêbûna kirîza nav Sûriyê û siyasetên koloniyalîstan li nav cîhana islamê eva bû ku dijminan dixwestin derbê li Komara Islamî ya Îranê wekî bereya sereke ya berxwedanê bidin lê ji ber hişyariya bereya berxwdanê, piştî pênc salan, dijmin nekariye tu karekî dijî ewlehiya inqilaba islamî ya Îranê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu