Rênimayên geştyariyê yên 40 welatên cîhanê hatine Yezdê
Rênimayên geştyariyê yên 40 welatên cîhanê piştî sefera Şîrazê, çûne parêzgeha Yezdê li navenda Îranê.
Li gorî rapora roja înê ya IRNA`yê, rênimayên geştyariyê jibo beşdariya li 17 mîn konvansiyona geştyariyê ya 2017`an ku bi mazûvaniya Têhranê hat lidarxistin, sefera Îranê kirine.
270 rênimayên geştyariyê birayr e seredana avahî û navendên geştyariyê yên parêzgeha Yezdê bikin.
Parêzgeha Yezdê xwediyê zêdetir ji 6 hezar navendên dîrokî û çandî ye û yekim bajarê bi kelpîçê xav ê cîhanê û bajarê dudiyan ê dîrokî yê cîhanê tê hesabê. Rênimayên geştyariyê piştî Yezdê dê seredana Îsfehanê bikin .
Civîna navneteweyî ya rênimayên geştyariyê civîna herî mezin û herî giring a rênimayên cîhanê ye û her du salan carekî bin çavdêriya rasterast a federasyona cîhanî ya geştyariyê (WFTGH) û bi mazûvaniya yek ji welatên endam tê lidarx sitin.
Nasandina navendên çandî, dîrokî û xwezayî, geşatiya mayînde ya pêşeya geştyariyê û jordebirina asta zanist û exlaqê prefeşnal a rênimayan li gorî pîvanên cîhanê ji armancên giring ên vê civînê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)