ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêpîvana mezin a Erbeyîna Husynî li Tehranê

Evîndar û hogirên Ehlê Beyta pêxemberê Îslamê (s) û tazîdarên huseynî îro bi minasibeta hilketina Erbeyîna Huseynî li Tehranê de rêpîvana mezin a tazîdariyê bi rê xistin.

Kanala Nûçeyan ya televîziyona Îranê ragihand ku tazîdarên Huseynî li Tehranê de ji meydana Îmam Huseyn (S) , îmamzade Hesen û meydana Cumhûrî heya herema Hz. Ebdulezîm Hesenî (S) li bajarê Reyê (başûrê Tehranê) rêpîvana mezin a tazîdariyê bi rê xistin.

Îro yekşemê 20 Sefera 1438 Koçberiya Heyvî (KH) hevdemê 20 Novambera 2016 Erbeyîna şehadeta Îmamê Huseyn (S) û ehlê beyta û heval û hogirên emekdar ên wî zretî ye.

Herwiha li gor bîlançoyên herî dawiyê zêde ji du milyon îranî jî li roja Erbeyîna Huseynî bona ziyareta heremên îmamên hêja yên şîeyan sefera Iraqê krine û li rêpîvana herî mezin a Kerbelayê beşadar bûne (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu