ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Teqîna li Medînê bê hurmetiya derheq pêxemberê islamê Hezretê Muhemmed(S) e

Serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê got: Teqîna terorîstî li bajarê Medîna Munewere bê hurmetiya derheq pêxemberê islamê Hezretê Muhemmed (S) e.

Li gor rapora ajansa Fars News’ê, Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê li civîna îro ya meclisê Kiryara terorîstî ya duşemê şev li derûdora Mescidul-Nebî li bajarê Medînê mehkûm kir û got: Ev kiryara terorîstî bê hurmetiya derheq pêxemberê islamê Hezretê Muhemmed(S) e.

Serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê bal kişande ser hişyariyên bicarane Îranê bi welatên navçê û welatên iştevanê terorîstan , li bara xetera terorîzmê û destnîşan kir; Pêyîgîriya mesela terorîzmê û sekinîna li hemberî terorîstan li navçê ji aliyê hemû welatan tiştekî pêwîst e.

Wî herwisa bilî mehkûmkirina kiryarên terorîstî yên vê dûmahîkê li Bexdayê ku nîzikî 400 welatiyên iraqî hatine kuştin yan jî birîndar bûn got: Eva ku li heyva rojiyê birek ji xelkê sivîl li Iraqê bûne qurbaniyê kiryarên terorîstî, bona cîhana islamê tiştekî tal e.

Larîcanî kiryarên terorîstî li Bexdayê netîca serketina artêş û hêzên gelanî yên vî welatî dijî terorîstan û hêrsbûna terorîstan ji azadiya bajarê Felûcê ji destê wan daye zanîn û bilî sersaxîgotina bi dewlet û gelê Iraqê hêviya xwe daye diyarkirin ku ewna li şerê dijî terorîzmê serkevin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu