İslami Davet Kurdi Bange İslami

Rêûrisma bidawîanîna Konfêransa navneteweyiya Piştgiriya ji Serhildana Filsitînê

Rêûrisma bidfawîanîna Konfêransa navneteweyiya Piştgiriya ji Serhildana Filsitînê (Întifaze) bi amadebûna hucet ul-islam wel-muslimnîn Mihemedî Gulpayîganî serokê nivîsgeha rêberê giranqedr ê Înqilabê, Mihemed Cewaed Zerîf wezîrê karên derve û komek ji serokparlimanên welatên îslamî û çalakên piştgira Filsitîn û kesayetiyên nasyar ên cîhana îslamê hat lidarxistin.

Li rêûrisma bidawîanîna Konfêransa navneteweyiya Piştgiriya ji Serhildana Filsitînê, ji pirtûka “Gotinên rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li warê Filistînê“ hat nimandin û rêz li şehîdên berxwedanê hat girtin.

Axaftina Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê jî li civîna bidfawîanîna şeşemîn Konfêransa navneteweyiya Piştgiriya ji Serhildana Filsitînê pêk hat.

Piştî axaftina serokê Komara Îslamî ya Îranê daxûyaniya dawiyê ya vê konfêransê tê xwendin.

Şeşemîn Konfêransa navneteweyiya Piştgiriya ji Serhildana (Întifaze) Filsitînê ku roja sêşemiyê 21`ê Sibatê bi amadebûna hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, serokê sê saziyên sereke yên Îranê (Serokomar, serokê parlimanê û serokê saziya dadweriyê) û kesayetiyên nasyar ên cîhana îslamê bi dirûşmeya “Gişt bi hev ra piştgiriya ji Filistînê“ li hola civîna serokên welatên îslamî li Têhranê dest pê bû.

Zêde ji 80 taxim û 700 mêvanên biyanî li Konfêransa navneteweyiya Piştgiriya ji Serhildana Filsitînê beşdar in.

Sibê anku pêncşemiyê jî civînek digel rêxistinên sivîl û saziyên ne-dewletî yên piştgira berxwedana Filsitînê li ciyê hola civîna serokan li Têhran dê were lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version