IraqNûçeRojhilatanavin

Reva DAIŞ`iyan ji Mûsilê

Fermandeyê operasyona azadkirina Mûsilê got: Koma terorîst a DAIŞ`ê di rewşeka baş de nine û çeteyên vê komê piştî tengtirbûna xeleka dorpêçê ji aliyê hêzên iraqî ve, ber bi navçeya Cizîra rojavayî ve direvin.

Necm El Cibûrî, fermandê operasyona azadkirina Mûsilê, roja îniyê li gotûbêja tev Russia Today`ya erebî herwiha got: DAIŞ`ê reva ji Mûsilê dest pê kiriye ji ber ku dizane ku tenê rê û derbasgeh jî wê li ser wan were girtin.

Fermandeyê operasyona azadkirina Mûsilê, bal kişand ser vê yekê ku DAIŞ hertim malbatan wekî mertala mirovî ya jibo xwe bi kar tîne û got: Koma terorîst a DAIŞ`ê bi vî awayî dil heye dorpêçê têk bibe û ji navçeyê ber bi aliyê rojavayê ve bireve.

El Cibûrî, ragihand ku rewşa terorîstan aloz bûye û ew nikarin şêrr bidomînin.

Cibûrî destnîşan kir ku azadkirina Mûsilê wê îsal serê xwe bigire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu