Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Revandina gundiyên Zerarê li Humsa Sûriyê

Têrorîstan gundê Zerare li rojavaya Sûriyê dagir kirin û hejmarek nişteciyên wî jî revandin.

Koma bi navê Zêrevana Mafên mirovan a Sûriyê ku nivîsgeha wê li Londonê ye, îro ragihand ku komên têrorîst ji wan Cebhetunusre ser bi El-Qaidê, gundê Zerarê li 33 kîlomêtriya bakûra bajarê Helebê dagir kirin.

Li gorî gotina çavkaniyên xwecî jî, êrişa ser vî gundî siet 4`ê berbangê pêk hat û şehed jî dibêjin ku hin ehlê vî gundî ku ketiye sînorê wilayetên Hums û Hemayê, karîne birevin, lê çarenûsa xelkê mayî kifş nîne.

Li gorî gotina çavkaniyên herêmî, pevçûnên di navbera hêzên artêşa Sûriyê û têrorîstan li vî gundî da ku nêzî hezar kes nifûsa wî ye, didomin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu