Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Rêveberê nivîsgeha tendrustiya giştî ya Yemenê: Nexweşiya Kolêrayê li Yemenê hîn berfirehtir bûye

Îbrahîm El-Eşol, rêveberê nivîsgeha  tendrustiya giştî ya Yemenê raghand: Beşa dermanî ya parêzgeha Heceyê navendên  pêwîst bona dermankirina kesên tûşbûyî bi kolêrayê tine  û rastî kêamsiya  dermanan bi taybet dermanên taybet bo dermankirina kolêrayê hatiye.

 El-Eşol daxwaza derbasbûna saziyên taybet bona rawestana li ber belavbûna kolêrayê bi awayekî berfirehtir li parêzgeha Heceyê û dabînkirina amûr û kelûmelên pêdivî bona dermankirina nexweşan û zêdekirina zirûfa wergirtina nexweşan û dermankirina wan kir.

 Lîz Grandî hevahengkira karûbarên însanî yên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Yemenê vê dawiyê raghand: Yemen rastî qeyrana  însanî ya herî kirêt li cîhanê hatiye ji ber ku nêzîkî sedî 80 yê nifûsa 24 milyon û sed hezar kesiye wê herîkêm hevceyî hene bi yek ji alîkariyên însanî û piştgiriyê.

Grandîyê destnîşan kir ku niha nexweşiya kolêrayê li seranserê Yemenê berbelav bûye û li sê mehên buhurî canê 200 kesî girtiye û  xêncî viya zêde ji 110 hezar kes jî tûşî vê nexweşiyê bûne.

Binerîn
Kapalı
Başa dön tuşu