IraqNûçeRojhilatanavin

DAIş`ê bi trombîleka bombekirî ya ser navçeya Gogçelî ya li rojhilata Mûsilê de, bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn

Çavkaniyên ewlehiyê yên li parêzgeha Neynewayê, ji mirin û birîndarbûna bi dehan kesî di encama êrişên xwekujiyê yên endamên koma terorîst a DAIŞ`ê ser navçeya Gogçeliyê li rojhilata Mûsilê agahî dan.

Di encama êrişa du endamên xwekuj ên koma terorîst a DAIş`ê bi trombîleka bombekirî ya ser navçeya Gogçelî ya li rojhilata Mûsilê de, bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Ev çavkaniya ku nexwest navê wî were gotin, herwiha got: Du trombîlên bi bombekirî ku bi destê du kesên xwekuj li nêzîkî meydaneka fûtbolê û mizgevta El Rehmanê li navçeya Gogçeliyê dihatin ajotin, teqiyan ku di encama wê de herî kêm du kesî jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyeka din a ewlehiyê jî li gotûbêja bi Ajansa nûçeyan a Şefeq News`ê, ji teqîna sê trombîlên bi bombekirî li navçeya azadbûyî ya Gogçeliê agahî da û got: Di encama van teqînan de heya niha du kesên sivîl hatine kuştin û 22 kesên din jî birîndar bûne ku şeş kes ji birîndaran hêzên leşkerî ne.

Çavkaniyên agehdar ên ewlehiyê herwiha gotin: Bi dû êrişên xwekujiyê yên DAIŞ`ê ser navçeya Gogçeliyê, hêzên ewlehiyê yên di vê navçeyê de rewşa awarte û qanûnên qedexeya hatûçûnê ragihandin ku îznê nadin ku trombîl hatûçûnê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu