Wezareta Berevaniya Amerîkayê ragihand ku rêberê El Qayîdê yê li Sûriyê hatiye kuştin.
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ragihand ku hefteya borî li Sûriyê li nêz bajarê Sarmada ‘Rêveberekî payebilind ê El Qayîdê Ebu Afgan El Masrî’ hatiye kuştin. Berdevekê Pentagonê Peter Cook da zanîn ku El Masrî yê li Afganîstanê beşdarî El Qayîdê bûye bi eslê xwe ji Misrê ye û piştre jî bi şaxê rêxistinê yê Sûrîyê Fetîh el Şam (Bi navê berê El Nûsra) re xebat kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)