ÎranNûçeRojhilatanavin

Şêwirîna wezîrên karên derve yên Îran û Swîsê li kêleka civîna Davosê

Wezîrên karên derve yên Komara Îslamî ya Îranê û Swîsê, peywendiyên dualî û mesele û alugurên giring ên navçeyî û anvneteweyî hilkolandin.

  Muhemed Cewad Zerîf û Dîder Borkalter wezîrên karên derve yên  Îran û Swîsê li hevdîtinekê ku roja çarşemiyê li kêleka  civîna  cîhanî ya  aboriyê li Dawûsê cih hat, kêfxweşiya xwe li bara pêvajoya ber bi pêş a berfirehkirina  peywendiyên Têhran û Bêrnê  dan diyar kirin ûl i bara hevkariyên  her du welatan bitaybet li warên  bankî û aborî şêwirîn.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha bi Federîka Mogêrînî berpirsa siyaseta derva ya YE li Dawûdê hevdîtin û gotûbêj kirin.

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê ku êvara sêşmeiyê jibo beşdariya li civîna  civata cîhanî ya aboriyê li Dawûsê gihêşt Swîsê, li yekim  bernama karê xwe, siba roja çarşemiyê li civîna  şêwirînê û  ya nefermî ya Sûriyê beşdarî kir.

Xêncî Zerîf , hejmarek ji wezîrên karên derve yên  welatên navçê û ewrûpî tev Mogêrînî û Îstefan Dê Mîstora nunerê taybet ê NY li karûbarên Sûriyê li civîna şêwirînê ku li pişt deriyên girtî li bajarê Dawûsê hat li darxistin, beşdar bibûn (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu