Rêveberekî Xurmatû ji kar hat dûrxistin
Kurmancî Bas 30/01/2019 – 22:51 Kategori Nuçe/Kurdistan
BasNews – Parêzgarê Selehadîn Rêveberê Nexweşxaneya Xurmatûyê Ehmed Elî Mihemed ji kar dûr xist.
Rêveberê Giştî yê Nexweşxaneya Xurmatuyê Ehmed Elî Mihemed got duhê parêzgarê Selehedînê bêyî destnîşankirina ti hêcetekê biryarek derxistiye û ew ji kar dûrxistiye.
Herwiha Mihemed da zanîn ku îro Encûmena navçeya Xurmatûyê civiyaye û biryar daye wê rêgiriya wê biryarê bike. Mihemed wiha dewam kir: “Di biryara parêzgeh de hatiye diyarkirin ku pizîşkekî din ê nexweşxanê li şûna min dest bi kar bike. Lêbelê wî pizîşkî jî red kiriye ku were li şûna min kar bike. Min beriya bi çend rojan derbarê kemûkurtiyên nexweşxaneya me daxwazek arasteyî qeymeqamê Xurmatû kir. Daxwaza me liser pêdawîstiyên nexweşxanê bûb ku parêzgariya tenduristiyê dabîn bike. Ew daxwazên me kirin hincet.