IraqNûçeRojhilatanavin

Piştgirîyên tirkîye û Erebistanê ji DAIŞ`ê li Mûsilê

Sîleh û alavên ku di encama opêrasyona azadkirina Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê hatine standinê, nîşan didin ku Tirkîye, Erebistan û welatên rojavayî pişta vê koma têrorîst digirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Cewad Telîbawî yek ji fermandarên hêzên gelanî yên Iraqê îro herwiha got: Hêzên iraqî gellek sîleh û alavên DAIş`ê li gundê Eyn Cehşê ê Mûsilê peyda kirine ku ast, hejmar û curê wan, piştgirîya welatên Tirkîye û Erebistanê ji DAIŞ`ê li Mûsilê nîşan dide.

Ev fermandarê hêzên gelanî yên iraqî herwiha dibêje ku kes nikare ewqas sîlehî bi tena serê xwe dabîn bike û bikre û ev cure sîleh heta ji alîyê hêzên serbazî yên Iraqê va jî nayên bikaranînê û cura wan nîşan dide ku Tirkîye û Erebistanê ev alîkarîyên serbazî jibo DAIŞ`ê şandine.

Di vî halî da Muntezir Salim yek ji efserên hêzên dijî têrorîsmê yên Iraqê got ku hêzên iraqî vê sibê di encama azadkirina taxa Erbecîyê da hejmarek têrorîst kuştin.

Hêzên gelanî yên Iraqê jî li mêhwera rojavaya Mûsilê pêşda diçin ta ku bi vê yekê rêya locêstîk û têkiîya têrorîstên DAIŞ`ê di navbera Iraq û Sûrîyê da daxin.

Çavkanîyên iraqî ragihandin ku Ebolwelîd Ensarî serkirdeyekî têrorîstan ligel 9 kesên din di encama êrişa hewayî ya artêşa Iraqê li devera El-Horeyê li bakûra Bexdayê da hat kuştinê.

Wezareta berevanîya Iraqê jî ragihand ku ji destpêka opêrasyona azadkirina Mûsilê va heta niha zêde ji 140 bajêr, bajarok û gund hatine azadkirinê.

Hat ragihandin ku têrorîstên DAIŞ`ê îro 26 sivîl ji wan çend jin û zarok li rojhilata Mûsilê bi hegera hevkarînekirina ligel vê komê kuştin.

NY jî bi daxûyaniyekê ragihand ku DAIŞ qawûşên teqandinê bi zarokên bin 10 salan va girêdide û jinan jî wekî mertala insanî li hemberî hêzên artêşa Iraqê bikar tîne.

Di vî halî da, Evdilwehab Saidî fermandarê opêrasyona sazîya têkoşîna li hemberî têrorîsmê ya Iraqê, bal kişand ser dewama opêrasyona hêzên hevpar ên vî welatî li dijî DAIŞ`ê li Mûsilê got, derxistina DAIŞ`ê ji Mûsilê û bicihbûna hêzên iraqî li navenda vî şarî, dem hewce ye.

Saidî herwiha got ku hejmareke zêde ya sivîlan li nav bajarê Mûsilê ne ku vê yekê pêşdaçûna hêzên iraqî paşda xistîye û pêşî li bikaranîna sîlehên giran digire.

Nofil Akob walîyê Nêynewayê jî bi ragihandina pêkanîna odeya opêrasyonê li devera Bertelê jibo pêşwazîya ji awareyên Mûsilê û bicihkirina wan, got: Ebûbekir Bexdadî serkirdê DAIŞ`ê li Mûsilê nine.

Şebekeya Al-Iraqiya jî ragihand ku hêzên ewlehîyê yên Iraqê zivîne malên xwe li bajarên ku li derdora mûsilê ji lepên têrorîstên DAIş`ê hatine azadkirinê (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu