Rêvebirê şîrketa netewî ya nifta Fîlîpînê got: Ev kompanîya jibo dabînkirina enerjîya Fîlîpînê jibo sermayedanîna li pêşeya gaza Îranê amade ye.
Li gorî rapora malpera ragihandinê ya şîrketa nift û enerjîya Îranê (SHANA), Pêdro Akîno rêvebirê şîrketa netewî ya nifta Fîlîpnê, Îran warê derfetan zanî û got: Pisporên pêşeya nifta Îranê gellekî şareza ne û ev pêşeya di serdema boykotan da bêyî pişkdarîya şîrketên niftê yên navnetewî baş birêve birin.
Rêvebirê şîrketa netewî ya nifta Fîlîpnê pêkutî kir: Ev welata berê yek ji bikirrên nifta Îranê bûye û niha jî jibo destpêkirina dubare ya kirîna nifta xav a Îranê li halê rawêjkarîyê ye.
Akîno herwiha got: Şîrketa netewî ya nifta Îranê li deverên başûra welêt niha di rojê da nêzîkî 3 milyon bermîl niftê derdixe ku eva pisporî û şarezatîya di asta jorîn a pisporên vê şîrketê nîşan dide.
Şîrketa netewî ya nifta Fîlîpînê yek ji wan 11 kompanîyan e ku di çarçova konsêrsîyoma Perges`ê da rêketinama hevkarîyê bi şîrketa netewî ya deverên niftzêm ên başûra Îranê ra wajo kirin (BANGÊ ÎSLÂMİ).