IraqNûçeRojhilatanavin

Revîna serkirdeyên DAIŞ`ê li rojava Iraqê

Hejmareke zêde ji serkirdeyên sereke yên koma têrorîst a DAIŞ`ê ji navçeya El-Keremê li rojava Iraqê revîn.

Li gorî rapora SumeriyeNews`ê, Mehmûd Merezî El-Cemîlî ji endamên pilebilind ên hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê roja îniyê ragihand ku piştî serketinên artêşa Iraqê hejmarek ji serkirdeyên koma têrorîst a DAIŞ`ê ji navçeya El-Keremê li parzêgeha Enbarê revîn.

El-Cemîlî tekez kir ku serkirdeyên Koma têrorîst a DAIŞ`ê nekarîne li hember hêzên gelanî li ber xwe bidin û ji El-Keremê revîne û xwe gihandine navçeyeke din li parzêgeha Enbarê.

Ji aliyê din ve, balefirên cengê yên artêşa Iraqê meqerên tekfîriyan li parzêgehên Selahedîn û Enbarê bombebaran kirin.

Li gor nûçeyeke din ji Iraqê piştî azadkirina riya navbera Terîbîl û El-Rotebeyê li sînorê Urdinê ji aliyê artşê û hêzên gelanî yên Iraqê, Selîm Cibûrî serokê parlemana vî welatî ji dewletê xwest ku bi zûtirkê xebata derbasgeha sînorî ya Terîbîlê were destpêkirin.

Duh eskerên artêşa Iraqê riya navbera Terîbîl û El-Rutebeyê azad kirin û gihêştin sînorê Urdinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu