Grûpa nasiyar bi“çavdêrê mafên mirovan “ li Londonê ragihand: Terorîstên DAIŞ`ê ji beşeke giring ji bajarê dîrokî yê Palmîrayê li parêzgeha Himsê derketine.
Li gortî rapora SANA Newsê, herçend ku terorîstên DAIŞ`ê roja pênşemiyê ji navçên curbicure bajarê Palmîrayê revîne, lê hêzên artêşa Sûriyê ji ber maynên mayî li vî bajarî hîn bi tamî derbasî wir nebûne.
Artêş û hêzên gelanî yên Sûriyê li derdora rojhilata Himsê kontrola navça sêkoşa Palmîrayê li derdora rojava bajarê Palmîrayê bi dest xistin û cihê kombûna terorîstên DAIŞ`ê têk birin.
Hêzên artêşa Sûriyê roja çarşemiyê karîn kela bajarê Palmîrayê ji lepên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê azad bikin.
Grûpa terorîstî ya DAIŞê piraniya mîrat û şûnewarên binirx ên bajarê dîrokî ya Palmîrayê talan kiriye.
Grûpa terorîst a DAIŞ`ê li destpêka par ji palmîrayê hat derxistin lê di Kanûna 2016`an da cardinê ew dagir kir (BANGÊ ÎSLÂMİ).