NûçeRojhilatanavinYemen

16 yemenî bûn goriyên êrişên hewayî û bombeyên xuşikî yên siûdî

Bi dû êrişên hewayî û teqîna bombeyeka xuşikî ku piştî êrişên siûdiyan ser Yemenê, di cî da mabû, herîkêm 16 kes hatin kuştin.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya Ajansa nûçeyan a Yemenê, di encama êrişa hewayî ya balafirên cengî yên Siûdî ser erebeyekê li bajarê El-Hedaya parêzgeha Zemarê li navenda vî welatî da, herîkêm 5 welatiyên yemenî hatin kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn.

Balafirên cengî yên siûdî herwiha riyek li navçeya El-Êhsayê li bajarê hanê, dan ber bombeyan ku bû sedema birîndarbûna 5 kesî û hin xisar jî bi dû xwe ve anîn.

Di encama êrişa cêtên siûdî ser bazarekê li taxa Zehbana li bajarê Senaya paytexta Yemenê de, 5 kes hatin kuştin.

Li bûyerekî din, bi dû teqîna bombeyeka xuşikî ya ku ji ber êrişên hewayî yên Erebistanê li taxa Exmasê ya bajarê Sîhara parêzgeha Seideya li bakûrê Yemenê cih mabû de, herîkêm 5 zarokên yemenî hatin kuştin.

Balfirên cengî yên siûdî, herwiha malên xelkê li bajarê Sîharê dan ber bombeyan ku di encamê de jinek hate kuştin û du kesên din jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu