Wezîrê koçberiyê yê Iraqê ragihand ku ji destpêka operasyona azadkirina Mûsilê zêdetirî 103 hezar kes ji destê DAIŞ`ê revîne.
Li gorî rapora malpera Şefeq Newsê, Casim El-Caf wezîrê koçberiyê yê Iraqê pesna serketinên artêşê û hêzên Heşdê Şebî yên vî welatî li operasyona azadkirina Mûsilê da û got : Aware hatine guhestin bo kempên Ceda Duyem û balefirgeha Qiyarê li parêzgeha Neynewayê, Dîbekê û Hesen Şamê li parêzgeha Hewlêrê, kempa Qîmawê li Dihokê û Leylanê li parêzgeha Kerkûkê.
El-Caf got alîkariyên xwarekê, derman û pêwîstiyên jiyanê dane van welatiyan.
Li gorî raporeke din eskerên iraqî navçên Til El-Eske, Ebûsenam û Um El-Şebabîtê li rojava bajarê Mûsilê ji destê DAIŞ`ê azad kirin.
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê her wiha êrişa DAIŞ`ê li rojhilata Mûsilê bêencam kirin.
Operasyona azadkirina bajarê Mûsila Iraqê ji 17 Cotmeha buhurî ji 6 mêhweran va destpê bûye û hêzên iraqî li rojên buhurî karîn derbasî nav bajarok û taxên derdora Mûsilê bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)