Piştî êrişa artêşa Tirkiyê û mîlîşarên ser bi wan ser navça Şehbayê zêde ji hezar gundiyan terka malên xwe dane û penaha xwe birine kantona Efrînê.
Piştî giranbûna êrişên artêşa Tirkiyê ser navça kurdnişîn a Şehbayê li bakurê Sûriyê, hezar û 351 kesan terka malên xwe dane û penaha xwe birine kantona Efrînê.
Li gorî lêzanînên ku çavkaniyên herêmî ragihandine, hêzên artêşa Tirkiyê tev mîlîşarên ser bi wan êrişên giran kirine ser gundên Tel Mîdîqê û Qewl El-Sîrocê li navça Şehbayê ku li encama van êrişan gelek xisar li malên gundiyên sivîl ketiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)